Mehmet Emin Gürbüz,Murat Ataseven
30 Îlon 2024•Rojanekirin: 30 Îlon 2024
Li rêbeja D-100î li nêzî Çiyayê Boluyê, barana gur û mijê li ser çûnûhatinê bandoreke nerênî kir.
Li nêzî Dagkent, Yumrukaya û Xaçerêya Abantê, li hêla Seymenler digel Bakacak, Karanlıkdere û Taşalti ku li aliyê Duzceyê dimînin baran barî, mij çêbû.
Li herêma Seymenler, Bakacak û Karanlıkdereyê ji ber mjiê cih cihan mesafeya dîtinê heta 45 metreyan daket.
Ekîbên rêbej û trafîkê hişyarî dan ajokaran ku bi taybetî wextê ji wê mewqiyê ra derbas dibin baldar bin, mesafeya teqîbê biparêzin û nelezînin.