Sidar Can Eren
08 Nîsan 2023•Rojanekirin: 10 Nîsan 2023
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê wezîfedarên Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê li Çiyayê Munzurê dîmenê pezkoviyan kişand.
Çiyayên li bajêr ji xeynî tebîeta xwe ya balkêş gelek heywanên çolê yên weke gur, hirç, pezkovî, werşeq û seyê avê di xwe da dihewînin.
Karmendên Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ji bo parastina heywanên dirinde xebatên çavdêriyê dikin.
Ekîbên ku ji bo qeyda heywanên çolê bigirin dixebitin li Ovacixê li Çiyayê Munzurê ku 3 hezar mêtro bilind e, rastî 20 pezkoviyên nêr hatin.
Ekîba çavdêriyê bi dronê dîmenê keriyê pezkoviyan kişand.
Di dîmenan da pezkoviyên ku li pey hev rêz bûne ji nava zinaran derbas dibin û ber bi serê çiyê va hildikişin.