İlhami Erkılıç,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Faruk Küçük
08 Nîsan 2023•Rojanekirin: 09 Nîsan 2023
Li Erzirom, Qers û Erdexanê berfa di biharê da barî çaralî çîl û spî kir.
Berfa ji şev pê va li Erziromê barî û heta sibehê car caran dewam kir li ser jiyana rojane bi neyînî tesîr kir.
Ji ber berfê kuçe û kolanên bajêr, dar û devî û wesayît di bin berfê da man.
Esnafan serê sibehê berfa li ser wesayît û pêş dikanên xwe paqij kir.
Ekîbên Rêbej û Şaredariyê yên rêvekirinê li deverên di berpirsyariya wan da ne, xebatên xwe didomînin.
Ji şêniyên bajêr Kenan Turgut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew di meha nîsanê da li benda biharê bûn lê berf bi ser wan da hat û wiha pê da çû: "Li her derê gul û çîçek vedikin lê li vê derê berf barî û ev jî hinekî dibe sedema zor û zehmetiyan. Em hînî berfê bûne."
- Qers
Li Qersê jî duh piştî taviya şiliyê berf barî û deverên bilind ên bajêr berf girt.
Navçeya Sariqamîşê jî di bin berfê da ma çûk û rewilên li benda biharê bûn jî di nav berfê da li xwarin û xurekê geriyan.
Ji ber mija ket jî mesafeya dîtinê heta 25 metreyan daket.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berfa barî deverên bilind girt û digel biharê navçe sar e.