ADIYAMAN
Tûrîstên ku tên serdana Çiyayê Nemrûdê ku di Lîsteya Mîrateyê ya Cîhanê ya UNESCOyê da cî digire, dibin mêvanê sifreya wezîfedaran.
Çiyayê Nemrûdê yê ku li Qehteya navçeya Semsûrê ye di vê heyamê da eleqeyeke mezin dibîne.
Wezîfedarên Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştî dema xwe li Çiyayê Nemrûdê derbas dikin, ji ber vê pirî caran fitara xwe li vir dikin.
Tûrîstên biyanî û xwemalî yên ku tên vir jî dibin mêvanê wezîfedaran.
Wezîfedar Bîlal Mente daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got 24 sal in li Çiyayê Nemrûdê wezîfedar e.
Mente destnîşan kir ku Çiyayê Nemrûdê bilind û hênîk e û rojî xweş derbas dibe û wiha dewam kir: "Em di nav peykerên qerase da fitara xwe dikin."
Mente diyar kir ku em ji bo fitarî gazî tûrîstan jî dikin û wiha xeberda: "Dema em dibêjin em rojî digirin û fitarê dikin siyanetê nîşanî me didin. Pirî caran nêzî fitarê ku em xwarin didin naxwin. Bi me ra tên ser sifreyê. Gelek kêfxweş dibin."