Emre Ilıkan, Orhan Sağlam
18 Mijdar 2026•Rojanekirin: 18 Mijdar 2026
Li Wanê li deverên bilind berf û mijê tesîra xwe nîşan da.
Li bajêr barana gur a ku ji şevê û vir va navber bi navber dewam kir, li hin herêman vegerand berfê.
Li bajêr lutkeya Çiyayê Erekê û girên bilind ên derdorê spî bûn û ajeldarên ku li deverên bilind pezên xwe diçêrandin û berfê li wan kir, zehmetî kişandin.
Li Derwazeya Kurubaşê ya bi bilindahî 2 hezar û 225 metre ku li ser rêbejaya Wan-Hekariyê ye, ji ber berf û mijê ajokaran zehmetî kişandin.
Li navenda bajêr jî ji ber barana gur a ku bandora xwe didomîne, li ser rêyan av gol bû.