İbrahim Atmaca
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
ÎZMÎR
Li Bucaya navçeya Îzmirê di Dibistana Navîn a Makbule Suleyman Alkanê da 33 xwendekarên cêwî û sê xwendekarên sêwik perwerde dibin.
Midûrê Dibistanê Bertan Çetîn daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, dema ku wan qeyda xwendekaran çêdikir, wan ferq kir ku 33 cêwî û sêwikan hene.
Çetîn destnîşan kir, di qeydên cêwiyan da kontenjan zû tije bû û wiha dewam kir: "Li gor lêkolîna ku me kir, em ji aliyê hejmarê va dikarin têkevin Pirtûka Rekorên Guinnessê. Midûrê Perwerdeya Milî yê Bajêr jî got ku ew ê piştgiriyê bide me. Înşeallah em dixwazin ku zarokên xwe di pirtûka rekoran da bibînin."
Çetîn destnîşan kir ku zarok jî ji vê rewşê pir kêfxweş in û got ku ew jî nizanin bê ka çima ev qas cêwî di wê dibistanê da perwerde dibin.
Ji dayîkên cêwiyan Ozlem Gultekînê jî got ku ev tesadufeke pir xweş e. Gultenê wiha xeber da: "Ku dibistan têkeve nav pirtûka rekoran ew ê hin ji bo Îzmirê him ji bo Tirkiyeyê pir xweş bibe."
- "Ji me îmze dixwazin"
Zelîha Soysala dayîka hersê hevalcêwiyan jî got ku di nav ev qas cêwiyan da tenê ew dayîka sê hevalcêwiyan e û ji ber vê jî ew xwe taybet hîs dike. Soysalê destnîşan kir ku hersê zarokên wê jî pir serkeftî ne û wiha dewam kir: "Carinan mijûlbûna 3 zarokan zehmet e, lê gotina wan a 'dayê' hemû derdan dide jibîrkirin."
Ji sêwikan Ecesu Soysalê jî wiha got: "Cêwî tên cem me û ji me ra dibêjin ku hûn sêwik in. Cêwî jî şaş û metel dimînin. Hinek tên ji me îmze dixwazin."