21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
İZMİR
Hat diyarkirin ku rêxistina Egeyê ya ku PKKya rêxistina terorê ji adara borî ve hewl dida ku li Egeyê pêk bîne bi saya krokî û nîşeyên ku du meh beriya niha li Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatin dîtin piranî hat hilweşandin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Nisêbînê di operasyonên ser PKKya rêxistina terorê de li mala ku lê endamên rêxistinê hatin kuştin de lêgerîn hat kirin û di lêgerînê de hin krokî û nîşe hatin dîtin.
Hat fehmkirin ku krokî û nîşe planên çalakiyê yên rêxistinê yên ku hewl dide li bajarên rojava bike ne û bi koda "lezgîn" ragihand Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê. Okan Batoyê Serdozgerê Komarê yê Îzmirê lêpirsîn da destpêkirin û hêzên ewlehiyê bi telîmata Bato li navçeyên Çîglî û Gazîemîrê operasyon kirin.
Ekîban li Çîglî, Gazîemîr û Konakê di bin erdê de veşartî 8 tifingên nêçîrê û 17 kîlogram teqemenî bidest xistin. Her wiha li qada daristanê ya li herêma Buca Kaynaklarê û Çiyayê Nîf a Kemalpaşayê ya ku terorîst wekî stargeh bi kar tînin de 5 şikeft hatin dîtin.
-Di nîşe û krokiyan de hatiye terîfkirin
Hat ragihandin ku cihê tifingên nêçîrê yên ku li navçeya Çîgliyê li kêleka tesîsên werzîşê û parka zarokan a li Taxa Egekentê veşartî hatibû dîtin di nîşe û krokiyên ku hatin bidestxistin de hatiye terîfkirin.
Dan zanîn ku di nîşeyê de gotinên "Tu dema ji rawestgeha Tesîsê peya dibî 20 metro diçî, dîwarên îstinatê derdiekvin. Ne ji dîwara yekemîn, ji binê dîwara duyemîn di navbera her du dîwaran de tabela heye. (Ketina hûndir qedexe ye). Di bin dîwara duyemîn de hatiye veşartin, li cihê ku sênca têl lê dest pê dike. Li pêveya dîregê li pişt wê dar hene. veşartin. (5.3.2015an de) Fûat veşartiye. 5 tifingên otomatîk, 100 gule. (2000 dolar hat dayîn.)" cî girtin.
Operasyona li Taxa Basmaneyê ya navçeya Konakê ya di 8ê gulanê de ya ku 17 kîlogram teqemenî hat derxistin jî bi saya van nîşeyan hat kirin. Di çarçoveya operasyonê de ji kadroya çiyê 2 terorîst jî di nav de 9 gumanbar hatin girtin.
Her wiha di operasyonên ku li ser heman nîşe û krokiyan tê kirin de der heqê di meha sibatê de bi roketavêjan êrîşa ser Fermandariya Jendirmeyan a Kemalpaşayê û di meha adarê de gulebarana ser wesayîta jendirmeyan de 7 kes hatin girtin.