Aziz Aslan
12 Sibat 2025•Rojanekirin: 13 Sibat 2025
Li Diyarbekirê piştî sir û sermayê berf barî.
Li bajêr sir û sermaya ku bi şev tesîra xwe nîşan da, ber destê sibehê vegerand berfê.
Bi barîna berfê ra li navenda bajêr baniyên avahiyan, wesayît, kuçe û kolan spî bûn.
Li gorî agahiya ji Midûriyeta Herêma 15em a Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hat wergirtin, ji xeynî navenda bajêr li cihên bilind ên navçeyên Erxenî, Çermûk, Çunguş, Hênî, Licê, Qulp, Kocakoy û Hezroyê jî berf barî.
Tê pêşbînîkirin ku barîna şilope û berfê dê sibê jî bidome û roja înê ji destê sibehê û pê va jî dê bisekine.
Ji aliyê din va ji ber barîna berfê di rêbejaya Diyarbekir-Sêweregê da veguhestin bi awayekî kontrolkirî didome.