Sayim Harmancı,Hikmet Temeş
26 Mijdar 2022•Rojanekirin: 29 Mijdar 2022
Li deverên bilind ên Wan û Hekariyê berf û pûk bi tesîr bû.
Li deverên bilind ên Wanê berfê lê kir û gir û çiya çîl û spî bûn.
Ekîbên rêvekirinê rêyên li deverên bilind ên navçeyên Baxçesaray, Başqele, Gurpinar û Çataxê paqij dikin.
- Hekarî
Li Hekariyê jî rêjnebarana duh li seranserê bajêr dibarî serê sibehê vegerand berfê.
Dar û ber di nav berfê da çîl û spî bûn û wesayît di nav berfê da man. Ji ber berf û mijê şofêran zehmetî kişand û mesafeya dîtinê kêm bû.