Haydar Şahin
24 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2019
Li Sariçama navçeya Edeneyê ji ber barana gur lehî rabû û zarokek bi ro da çû, zarok hat xilaskirin û rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeyê ji ber baranê kûçeyeke li Taxa Mehmet Akîf Ersoy di binê avê da ma, Sabrî Talhan Kocamanê 8 salî xwest ku derbasî aliyê din bibe û bi ro da çû.
Fatîh Çakiciogluyê ajokarê otobêsa şaredariya dît ku Kocaman ji avê derneket, wî û welatiyên li wê derê midaxele kirin.
Welatiyan zarok hildan hembêza xwe ji avê derxistin, û haya Serwêsa Acil a 112ê pê xistin.
Ekîbên derbasî herêmê bûn midaxeleya ewil kirin û Kocaman rakirin nexweşxaneya Balcaliyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurivayê.
Hat ragihandin ku rewşa zarok rind e û dermankirian wî dewam dike.
Wekî mayîn dîmenên xilaskirina zarok bi têlefona destan hat kişandin.
- "Qasî 300 mêtreyî bi aêv ra çû"
Fatîh Çakiciogluyê ajokarê otobêsa şaredariyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku dema hat rawestgeha xwe ya dawîn otobêsa xwe park kir û dît ku zarokek dixebite derbasî aliyê din ê kûçeyê bibe.
Çakicioglu destnîşan kir ku lingê zarok şiqitî û zarok ket avê û wiha pê da çû: "Lingê wî şiqitî û ket nav avê. Ya rastî demildest tiştek nayê bîra merivan, min da pey wî û revîm. Bi qasî 300 mêtreyî bi ro da çû. Herî dawîn noqî avê bû min pê girt. Çikur nika rewşa wî rind e."