Li Edeneyê polêsan bi arîkariya firokeyê operasyon bir ser rêxistinên terorê PKK û DAEŞê, di encama operasyonan de 9 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Ewlehiyê ya Edeneyê danê sibê li ser îstixbarata ku berê standibûn, di heman demê de operasyon birin ser 11 navnîşanên li taxên cuda.
Tîmên Hereketa Taybet, Hêzên Çevîk û tîmên asayîşê jî beşadarî operasyonê bûn. Di operasyona bi arîkariya firokeyê li dijî rêxistinên terorê PKK û DAEŞê hat kirin de 9 kes hatin binçavkirin.
Gumanbar ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Ewlehiyê.