Necmettin Karaca
31 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 10 Sibat 2024
Atîlla Koçerê 38 salî li Erdîşa navçeya Wanê dijî û li edliyeya ku 10 salan lê wekî şofêr xebitî, 3 sal e parêzeriyê dike.
Koçer li Panosa navçeya Agiriyê hatiye dinyayê û piştî xwendina xwe ya li bajarên cuda di 2010an da bi puanê Ezmûna Neqandinê ya Personelên Qamûyê li Edliyeya Erdîşê hat tayînkirin.
Koçer li edliyeyê 10 salan şofêrtî kir û di heman demê da Beşa Edaletê ya Fakulteya Hîndekariyê ya Jidûrva a Zanîngeha Anadoluyê xwend. Piştî ku mezûn bû jî bi ezmûnê ket navbera 500 kesên ewil û li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dogu Akdenizê bi cî bû.
Koçer perwerdeya xwe ya zanîngehê kuta kir û bir serî, paşê staja xwe kir û cubeyê parêzeriyê li xwe kir. Lewra di xeyala Koçer da xwekirina vî cubeyî hebû.
Koçer niha li edliyeya ku bi salan lê şofêrtî kir ji bo teceliya edaletê têkoşînê dide.
Koçerê ku bavê du zarokan e, ji nûçegihanê AAyê ra got ku 10 sal piştî şofêrtiya edliyeyê ew derbasî pîşeyê parêzeriyê bû.
Koçer destnîşan kir ku ew xebitî û wî fakulteya hiqûqê qezenc kir, sal berê jî mezûn bû û wî dest bi parêzeriyê kir.
Koçer wiha axivî:
"Ez ji xwendinê û hînbûna tiştên nû gelekî hez dikim. Ez ketim Ezmûna Personelê Akademîk û Bicîbûna Perwerdeya Lîsansa Bilind. Bi saya derfetên dewleta me min li Enstîtuya Îdareya Amme ya Tirkiye û Rojhilata Navîn di beşa Rêvebiriya Qamûyê da lîsansa bilind kir. Mijara teza min di qamûyê da berhemdarî û kêrdarîbûn bû. Piştî ku min ruxseta xwe stand, min li edliyeya ku bi salan lê şofêrtî kir, dest bi parêzeriyê kir. Ev serkeftina min ji bo xebatkarên edliyeyê jî bû mînak. Hin hevalên min ên mesaiyê jî ji bo ezmûnan dixebitin."