VAN
Mixtaran, li Erdîşa navçeya Wanê birîna ceyranê protesto kirin û bo demekê buroya tehsîlatê ya Şîrketa Anonîma Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) ya li ser Kolana Çinarliya Jorê girtin.
Mixtaran îdia kir ku wan ji bo çareserkirina pirsa birîna ceyranê gelek caran sêrî li merciyên eleqedar dan, lê pirsên wan bi tu awayî nehatin çareserkirin.
Mixtarên ku daxuyaniya çapemeniyê dan gotin ku pirsgirêka vejenê ya taxên wan nayên çareserkirin, di gel ku wan ji bo çareyekê bi caran serî li merciyan dan jî ne erize hatin çêkirin û ne jî wan kesên ku soza çareseriyê dan, sozên xwe girtin.
Piştî ku midûrê Karîgeriya Şîrketa Anonîma Firotina Perakendeyê ya Ceyranê ya Vangoluyê (VEPSAŞ) derket qadê, mixtar zêdetir hêrs bûn û xwe dan ber avahiya xizmetê ya erize û karîgeriyê û nehîştin çûn û hatin çêbe.
Midûrê Ewlekariya Navçeyê Mûrad Hoş, mixtarên bi hêrs ên ku bal qaymeqamtiyê meşiyan û xwestin ku qaymeqam bibînin, aş kir.