İsmail Şen
02 Hezîran 2023•Rojanekirin: 07 Hezîran 2023
Li seranserê bajêr piştî şiliya barî çîçekên jê ra dibêjin xaşxaşk vebûn.
Erd û zeviyên li der û dora rêya Elezîz-Kebanê bi xaşxaşkan xemilîn û wênekêşên ev yek dîtin jî têra dilê xwe wêneyan dikişînin.
Muhammed Yilmazê wêne dikişand got ku li hemberî vê xweşiya hanê ew gelekî şa bû û wiha domand: "Çar alî sor xuya dike. Em jî sekinîn û me got em wêne bikişînin."
Zeynep Çelîkê jî destnîşan kir ku xaşxaşkên çar alî xemilandine gelekî bala wê kişandin û têra dilê xwe wêneyên wan kişand.