Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Sidar Can Eren,Abdullah Söylemez
13 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2022
Li Erdexan, Tuncelî, Agirî û Qersê barîna berfê dewam dike û welatî tengasiyê dikişînin.
Li Qersê berfa du roj e bi navber dibare her alî çîl û sipî kir.
Li bajêr qalindahiya berfê gihîşt 15 santêmî û ekîbên şaredariya xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Wekî mayîn esnafên li bajêr ji bo kevokên birçî man qut belav kirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf tesîra xwe didomîne. Qalindahiya berfê derket 7 santêmî û li herêmên bilind ên bajêr ba û bager heye.
Ekîbên rêbejayê û Îdareya Taybet a Bajêr paqijkirina berfê didomînin.
- Agirî
Li Agiriyê jî ber destê sibê berf barî, ser dar û beran çîl û sipî bû.
Ekîbên şaredariyê li kolan û kuçeyan berfê paqij dikin û bi kamyonan derdixin dervayê bajêr.
- Tuncelî
Li Ovacix, Pulumur, Nazimiye û Xozata navçeyên Tunceliyê xaniyên yekqatî û wesayît di nav berfê da man.
Li navçeyan qalindahiya berfê ji navê derbas bû wesayît û xanî di nav berfê da man.
Welatiyan ser û ber xanî û dikanên xwe paqij kirin.
Ekîbên paqijkirina berfê jî ji bo di çûyîn û hatinê da tengasî dernekevin xebatên xwe didomînin.