Günay Nuh,Şenol Bozkurt
27 Hezîran 2025•Rojanekirin: 28 Hezîran 2025
Li Çildira navçeya Erdexanê 2 kesên ku ketin Çemê Kurayê xeniqîn.
Adil (73), Hafiz (65) û Taha umut Akçay (29) yên ku li gundê Kurtkaleyê dijîn û eqrebayên hev in ji bo sobayî bikin ketin Çemê Kurayê.
Piştî demekî ji van kesan xeber nehat hildan û li ser îxbara welatiyan ekîbên cendirme, AFAD, tenduristî û lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê kirin.
Ekîban tesbît kir ku Adil û Hafiz Akçay xeniqîne û Taha umut Akçay sobayî kiriye û ji avê derketiye.
Cenazeyê kesekî xeniqî hat dîtin ji bo dîtina cenazeyê din xebatên lêgerînê dewam dikin.
Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya Taha Umut Akçay baş e.