Li Marbellaya bajarê Spanyayê 3 welatiyên Tirkiyeyê di behrê de xeniqîn.
Ji Tirkiyeyê komeke ku ji 10 kerr û lal û 2 mamosteyan pêk dihat ji bo kêfê li Marbellaya bajarê Spanyayê ye li plaja "La Venus"ê ketin behrê lê ji komê Şakîr Çelîk (19), Serdar Fîdan (18) û mamoste Umît Nalbant (29) di behrê de xeniqîn.
Li heman derê xortekî kerr ê 18 salî jî di avê de çû û kesên li wê derê bûn ew xilaskirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda xortê ku xedar birîndar bû li nexweşxaneyê di unîteya nexweşên giran de tê dermankirin.
Xebatkarên Servîsa Alîkariyê ya bi Lez a 112yê jî ragihandin ku di dema bûyer qewimî de behr pir bi pêl bû û ji rayedarên ewlehiya peravê û canxelasan tu kes li wê derê tunebû.
Ji hêla din ve hat hînbûn ku koma welatiyên Tirkiyeyê yên ji kerr û lalan pêk tê li ser vexwendina komeleya "Aspandem"ê hatibûn Spanyayê û beşdarî hin bernameya bûn.
Dozger û polêsên Spanyayê der heqê bûyerê de dest bi jêpirsînê kirin.
Şaredariya Marbellayê jî ji ber ku 3 welatiyên Tirkiyeyê di behrê de xeniqîn li bajêr 3 roj şîn îlan kir.