Günay Nuh
17 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2022
Li Erdexanê berber û kuaforên dildar îsal 700 zarokên gundan li ber muzîkê bê pere traş kirin.
6 kuafor û berberên ku di qursên Midûriya Navenda Perwerdeya Gel da hîndekarî kirin, bi mamosteyê tembûrê ra di çarçoveya projeya "Her Wext li Her Derê Seba Her Kesî Perwerde" da heta dawiya salê dildarî mesaî kirin.

Zarokên ku nikarin herin navenda bajar û navçeyan, dildaran ew li dibistanên wan ziyaret kirin, li ber muzîkê xwendekar traş kirin.
Dildar herî dawî li gundê Nebîogluya li ser navendê di salona civînê ya dibistanê da bi xwendekaran ra civiyan. Berberan li vê derê li ber tembûrê porê zarokên kurîn traş kirin, porê keçikan jî şe kirin.

Midûrê Navenda Perwerdeya Gel Mesut Yolcu ji nûçegihanê AAyê ra got ku di projeyê da keda Walîtî, Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr û berberên hosteyan mezin e.
Yolcu diyar kir, wan di nava salekê da xwe gîhande 700 xwendekarên 7 dibistanan û ew traş kirin.