Haydar Şahin
12 Sibat 2016•Rojanekirin: 13 Sibat 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di binê sifirê da bi 26 pileyî va li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê da ye û hewayê ewravî û ewrsayî be.
Li bendêne ku li herêmê cemedê çêbe û mijê bikeve. Li herêmê bişev germahiya hewayê li Îdir û Tûnceliyê di binê sifirê da 1, li Erdexanê di binê sifirê da 26, li Agiriyê di binê sifirê da 23, li Qersê di binê sifirê da 12, li Erziromê di binê sifirê da 19, li Erzincanê di binê sifirê da 9 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê li Îdirê4, li Tûnceliyê 2, li Erdexan, Agirî û Qersê di binê sifirê da 8, li Erziromê di binê sifirê da 6, li Erzincanê di binê sifirê da 2 pile be.
- Qalindahiya berfê
Qalindahiya berfê li Erziromê 36, li Agiriyê 73, li Qersê 32, li Erdexanê 20 û li Erzincanê 6 santêm û li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 184, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 160, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 140, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 160 santêm hat pîvandin.