Günay Nuh
15 Sibat 2024•Rojanekirin: 16 Sibat 2024
ARDAHAN (AA) - Li Erdexanê dîmena du werşeqên ku koka wan li ber qelînê ne, bi fotodefikê hat kişandin.
Midûriya Şaxa Erdexanê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ji bo parastina jiyana kovî û tesbîtkirina cisnê heywanên kovî, di nava Daristana Çamê da fotodefik danîn.
Werşeqên ku li gor "lîsteya sor" a Yekîtiya Parastina Siruştê ya Navneteweyî koka wan di talûkeyê da ne û tên parastin, li pêşiya fotodefikan geriyan.
Di dîmena ku fotodefikan kişandiye da werşeq li nava daristanê digerin û paşê winda dibin.