Hüseyin Demirci
15 Sibat 2024•Rojanekirin: 16 Sibat 2024
KARS (AA) - Li Sariqamîşa navçeya Qersê barîna berfê bi navber didome.
Bi barîna berfê ra ya bi şev dest pê kir, li navenda navçeyê stûriya berfê gihîşt 20 santîmetreyî.
Welatî li navçeya di bin berfê da ma, berfa li ser wesayîtên xwe û ya li pêş kargehên xwe paqij kirin.
Ekîbên Şaredarî û yên Midûriyeta Herêma 18em a Rêbejayê jî li cihên jê berpirsiyar in berf avêtin û rê xwê kirin.
Welatî Celal Gok ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li navçeyê ji duh êvar da berf dibare û wiha got, "Em sibehê zû rabûn, me dît ku her der di bin berfê da maye, em pêşiya dikanan paqij dikin. Maşelah berfeke baş bariye."