Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2020
Hat ragihandin ku li bajarê Erdexan a ser Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê taviya bibirqetav hebe.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li seranserê herêmê wê piçek ewr hebe û li alî bakurê rojhilatê herêmê jî ewrayî wê piçek zêde be.
Ji alî bakur va wê bayek hênik bê lê car caran wê tesîra xwe zêde bike û tê payîn ku germahiya hewayê ya li herêmê jî wê li gor demsalê be.
Di nav bajarên herêmê da tê payîn ku piştî nîvrojê wê li Erdexanê taviya bibirqetav hebe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Qersê 12, li Erdexanê 14, li Tuncelî û Erziromê 15, li Agiriyê 18, li Erzincanê 19 û li Îdirê jî 25 pile hat pîvan.
Li gorî texmînê ku wê nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 36, li Îdirê, 34, li Erzincanê 32, li Agiriyê 30, li Erziromê 28, li Qersê 27 û li Erdexanê jî 21 pile be.