İbrahim Atmaca
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê di nav çiyayên Munzurê da xweşikiya Şelaleyên Kirkmerdîvenê di biharê da merivan hejmetkar dihêle.
Di demsala biharê da menzereya şelaleyan di nav çêre û hêşinahiyê da pir xweş dibe û him dawiya heftê him nav heftê pir tê ziyaretkirin.
Şelale nêzî 20 kîlomêtreyan dûrî gundê Gozelerê yê li ser navçeyê ye, kesên bixwazin şelaleyan bibînin, divê 6 saetan ji nav geliyên çiyayên Munzurê ra bimeşin û xwe bigihênin herçar şelaleyên ku cihê wan cuda cuda ne.

Ziyaretvan li ber menzereya berfa ser çiyê li şelaleyan digerin û di nav çîçekên rengîn da wêneyan dikşînin, carinan jî rastî hirç û bizinkoviyan tên.
Ji ziyaretvanan Mehmet Dogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew û hin hevalên xwe ji Bodrumê hatine ku li Ovacikê bigerin.
Dogan diyar kir ku Şelaleyên Kirkmerdîvenê pir xweş in û wiha dewam kir:
"Ez berî niha çend caran hatibûm Gozlerên Munzurê. Cara ewil têm Şelaleyên Kirkmerdîvenê. Ev der bi rastî jî pir xweş e. Divê meriv vê siruştê biparêze û zirarê nedê."