ERZURUM
Navenda erdhêjê Sarisaz bû. Li vê derê erdheja bi mezinahiya 4,1î pêk hat.
Li gor agahiyên ku ji Enstîtuya Lêkolîna Erdhej û Nêrîngeha Kandîlê ya Zanîngeha Bogazîçiyê hatin hildan, navenda erdhejê, gundê Sarizasa li ser navçeya Oltuyê bû. Erdhej di saet 04.40î de qewimî.
Erdhej 6 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Di saet navbera 04.43 û 05.27î de 6 erdhejên bi meziniya 1,5 û 2,8î de jî pêk hatin. Navendên van erdhejan Sarisaz, Kalebogazi û Erdogmûş bû.
Qeymeqamê Oltuyê Fatih Çobanoglû der barê erdhej û rewşa dawî de daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û got: "Wezîfedarên me ji bo ku xesaran tespît bikin heta niha li 2 gundan geriyan, heta niha ji gundiyan bersivek neyînî nehat. Em li Oltuyê bi erdhejê baş hesiyan. Gel îro di nav qisawetê de bû lewra heta niha 7 erdhej qewimîn û em bi 2 erdhejan hesiyan. Kalebogaz û Sarisaz hê jî car carna dihêjin. Roja yekşemê jî erdhej qewimî. Hemd ji Xwedê re heta niha tu tişt bi tu kesî nebûye."