ÎDLÎB - CEM GENCO
Sûrîyên ku ji ber şerê navxweyî reviyane herêmên nêzîkî tixûbên Tirkiyeyê di bin siya darên zeytûnan de di nav şert û mercên zor de meha Remezanê derbas dikin.
Nêzîkî 20 hezar Sûriyên ku li bajarokê Atmeya ku girêdayê bajarê Îdlîba Sûriyê di konan de dijîn. Ji mal, welat û ji hezkiriyên xwe dûr, bê av û ceyran Remezanê bi xemgînî derbas dikin.
Sûriyên ku bi xurekên komelayên alîkariyê didin zikê xwe têr dikin û rojiyê digrin.
Ji ber ku her diçe hewa germ dibe pirsgirêkên avê jî derdikevin holê. Jinên ku li herêmê ji bo jiyana rojane li ber xwe didin, şîvên xwe jî li ser agirê êzingên ku ji hêrêmê berhev dikin çêdikin.
Yên ku malzemeyên wanê şîvê zêde bin alîkariya mirovên ku ji ber tunebûnê nikarin şîvê amade bikin, dikin.
Jina bi navê Ayşe Menlu ji bajarê Hamaya tevî 8 zarokên xwe ve 10 meh berê hatiye, di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanê AAyê de wiha got: ''Me canê xwe bi zor xilas kir û em hatin niha di nav xemgîniyê de ji welatê xwe dûr Remezanê derbas dikin.''
Menlu dest nîşan kir ku di konên wan ên ku bi derfetên xwe ava kirine de elektirîk û av tuneye û wiha îfade kir: ''Em di meha Remezana pîroz de ne. Li vir Remezan pir zor derbas dibe.''