Abdullah Söylemez,Yunus Hocaoğlu,Cüneyt Can,Günay Nuh
11 Mijdar 2021•Rojanekirin: 13 Mijdar 2021
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê hin cihan berf barî, der û dor bi rengê spî xemilî.
Li Erziromê şilope û barana ku şev barî li cihê bilind cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Berfa ku şev barî dema sibê tavê vekir heliya.
- Agirî
Li Agiriyê jî serê sibê bajêr bi berfê nixûmî.
Şofêrên li ser rêya Agirî-Erzirom, Agirî-Wan û Agirî-Îranê rêwîtî dikirin zehmetî kişandin.
Şofê Yusuf Yaşli got berf îsal zû barî û wiha axivî: "Me serê sibê dît ku berf bariye, dîmenek xweş e. Li gor par îsal berf mehekê zûtir barî. Serê sibê xwendekar pir bikêf bûn, bi gogên berfê ra dilîstin. Gelek şofêrên hevalên min hê lastîkên xwe yên berfê bi kar neanîne."
- Qers
Li Qersê jî berfa ku şev barî dem demî dewam kir, li Dîgor û bajaroka Dagpinarê her der spî bû.
Tîmên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejayê ji bo ku rêya Qers-Dîgorê qeşa negre xebitîn.
Cihên bilind ên bajêr bi berfê nixûmîn.
- Erdexan
Cihên bilind ên Erdexanê berf barî.
Berfa ku şev zêde bû girên bilind ên bajêr nixûmî.
Girên di navbera Erdexan-Artvîn û Çiyayê Yalnizçamê bi berfê nixûmîn û dîmenên xweş derketin holê.