Hat ragihandin ku li Tunceliyê ji ber berfê rêya 67 gundan hat girtin.
Li gor agahiya Sekreteriya Giştî ya Daîreya Taybet a Bajêr a Tunceliyê, ji ber ku li bajêr zêde berf barî rêya gelek gundan hat girtin. Li gor agahiyê li navendê rêya 6 gundan, li Hozatê 13, li Mazgirtê 11, li Nazimiyeyê 7, li Ovacikê 23, li Pulumûrê 4 û li Çemîşgezekê jî rêya 2 gundan hat girtin.
Tîmên ku rêyan paqij dikin ji bo ku rê ji çûyîn û hatinê re bê vekirin bê navber dixebitin.