Zekeriye Şimşek
22 Tebax 2025•Rojanekirin: 23 Tebax 2025
Li Îslahiyeya navçeya Gazîentabê komkirina îsotên sor dest pê kir.
Serokê Odeya Ziraetê ya Îslahiyeyê Osman Erdogan li gundên Çubuk û Karakayayê beşdarî komkirina îsotên sor bû.
Osman Erdogan li vir daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li herêmê li ser 27 hezar dekarî îsotên sor hatine ajotin û got ku em 43 hezar û 200 ton rekolte texmîn dikin.