Önder Beyter
16 Nîsan 2020•Rojanekirin: 17 Nîsan 2020
Li Gercuşa navçeya Batmanê wergirtina tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) dewam dike.
Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê ku ji bo dabînkirina pêwîstiyên welatiyên emrê wan mezin in li navenda navçeyê û gundên wê dimînin hat avakirin, xebatên xwe didomîne.
Qaymeqam Mevlut Şekerci der heqê xebatan da wiha daxuyand:
"Piştî ku ji ser xetên 112, 155 û 156 alîkarî tê xwestin, ekîbên Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê qenc pê ra mijûl dibin û pêwîstiyên welatiyên 65 salî û hê mezintir û her wiha yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, tînin cih."