Günay Nuh
06 Îlon 2026•Rojanekirin: 06 Îlon 2026
Li Çildira navçeya Erdexanê zîpik û taviya baranê lê kir.
Taviya baranê ya ku li navçeyê berêvarê dest pê kir, qederek şûnda vegerand zîpikê.
Zîpika ku li dewrûbera Gola Çildirê bêtir barî, tesîra neyînî li jiyanê kir.
Ji ber zîpika bi qandî findiqan mezin, xwediyê xwaringeha masiyan, hewl da ser wesayîtên mişteriyên xwe binixumîne ku zirarê nebînin.
Wêne : Günay Nuh/AA