Hikmet Temeş
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 26 Mijdar 2024
Li Hekariyê berfa ku li cihên bilind barî, veguhestin asteng kir.
Li bajêr piştî barana ku ji bi şev da dibare, berfê dest pê kir. Bi barîna berfê ra cihên bilind spîçîl bûn.
Hin wesayît û ekîba Xizmetên Tenduristiya li Malê yên diçûn bajaroka Durankayayê, ji ber berfê li tanga Girê Şivekurê di rê da man.
Welatî û ekîba tenduristiyê wesayîtên xwe zincîr kirin û bi alîkariya cendirmeyan vegeriyan û her wiha ji ser guzergeheke din ra çûn bajarok.