Hikmet Temeş
17 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2024
Li Hekariyê li baxçeyên sêvan ên ku bi piştgiriya Midûriyeta Çandinî û Daristanê hatine avakirin, berhevkirina sêvan dest pê kir.
Li bajêr çandinî û heywandarî yek ji wan çavkaniyên herî girîng ên debarê ne.
Ji bo ku li bajêr çandiniya fêkiyan pêşva here piştgirî tê dayîn ku çandiniya sêvan jî bi saya van piştgiriyan girîngtir bû.
Cotkaran bi piştgiriya Midûriyeta Çandinî û Daristanê baxçeyên sêvan ava kirin ku berhevkirina wan dest pê kir.
Cotkar fêkiyên xwe difroşin market û fêkîfiroşan û wisa debara xwe dikin.
Mehmet Ugurluyê li baxçeyê xwe dest bi berhevkirina sêvan kir got îsal hîlberîn bi bereket e.