Hikmet Temeş
04 Tebax 2024•Rojanekirin: 13 Tebax 2024
Li Hekariyê komeke ji 10 kesan pêk tê ya ku di nav wan da çiyagerên ji derveyî bajêr jî hene ji bo feydeya wan bigîhêje nasandina herêmê hilkişiyan Çiyayê Ciloyê yê ku 4 hezar û 135 mêtro bilind e.
Çiyager bi wesayîtan çûn li herêma navçeya Yuksekovayê ku hilkişin çiyê.
Ji ber ku li hin deverên çiyê qasî 3 mêtro berf hebû çiyager bi zehmetî hilkişiyan û di nav 2 rojan da çalakiya wan temam bû.
Çiyager demekê li çiyê man, wêne û dîmen kişandin û paşê vegeriyan bajêr.
Çiyager Emîn Noyan got ji bo nasandina herêmê ew hilkişiyan çiyê û wiha axivî: "Li bajêr gelek cihên siruştî hene. Em rastî bizinkoviyan hatin. Divê herêm ji hêla turîzmê va pêşva here. Çalakiyên me yên wiha wê dewam bikin."
Kemal Temeş jî got piştî rêwîtiyeke zehmet ew hilkişiyane serê çiyê û wiha dewam kir: "Me hinekî bêhna xwe da û em paşê vegeriyan. Em dixwazin bedewiyên herêma me bi hemû dinyayê bidin nasîn. Ez her kesî vedixwînim vê derê."