Nihat Kavşut
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
GAZÎANTEP
Li Entab û Urfaya bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê mij û moranê tesîreke neyînî li heyata rojane kir.
Li navenda Entabê ber destê sibehê ji ber mijê mesafeya dîtinê daket bin 10 mêtroyî.
Ekîbên trafîkê hişyarî dan şofêran û ji ber mij û moranê hin seferên li Balafirgeha Entabê hatin betalkirin.
Wek mayîn li Arabana navçeya Entabê ji ber mijê li derbasoka Qeredaxê ya li ser rêya Araban-Entabê û derbasoka Ergenê ya li ser rêya Araban-Besniyê şofêran zehmetî kişand.
- Li Urfayê ewrên tozê û mij
Li navenda Urfayê ber destê sibehê ewrên tozê derketin û mij ket.
Ewrên tozê û mij û moranê tesîreke neyînî li ser şofêran kir.
Ji ber mij û moranê mesafeya dîtinê daket 2 mêtroyî.