Türkan Tosun
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê karkerekî kerr yê û di şaredariyê de karên paqijiyê dike û bi amatorî wêneyan xêz dike wêneyê dergûş Kerîm ê ku li Xûtaya Rojhilat a Sûriyeyê di êrîşekî de çavê wî yê çepê kor bû, xêz kir.
Alî Kuçukê bavê 4 zarokan li Daîreya Kontrol û Parastina Hawirdor a di bin banê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê dixebite.
Kuçuk ji 10 salan vir va bi amatorî wêneyan xêz dike.
Wêneyê Kerîm ê ku li Xûtaya Rojhilat a dema ku yek mehî bû diya wî mir û ew êtîm ma, di êrîşa topan a rejimê çêbûbû de ji ber ku di hembêza diya xwe de bû çavê wî yê çepê kor bû tesîr li ser Kuçuk kir.
Kuçuk piştî ku wêneyên Kerîm dibîne dixwaze balê bikşîne li ser bêçaretiya sivîlên li Sûriyeyê û wêneyê wî hêz dike.
Kuçuk hestên xwe bi dest û tiliyan ve ji Ahmet Arslanê hevalê xwe re got û Arslan jî hestên wî parve kir.
Kuçuk got ew piştî kar wextê xwe di pirtûkxaneyê de derbas dike, pirtûkan dixwîne û wêneyan xêz dike.
Karker Kuçuk got dema wî Kerîm dîtiye zarokên wî hatine bîra wî û wiha dewam kir: "Ez pir xemgîn bûm, pir tesîr li ser min kir. Min ji ber wê wêneyê wî xêz kir. Min xwest ku ez balê bikşînim li ser pirsgirêkên sivîlan."
Piştî ku Kerîm wêne qedand xebatkarên pirtûkxaneyê û welatiyan çavên xwe yên çepê girtin û wêne kişandin ku ji bo piştgiriyê bidin Kerîm.