Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê car caran berf dibare û bi şev jî hewaya herî sar di bin sifirê de bi 4 pîleyî li Bedlîsê hat pîvandin.
Li gor agahiyên rayedarên meteorolojiyê herêm di bin bandora hilmegura nizim de ye ku ji ser Îzalandayê tê. Li Erzincanê dibe ku berf û baran bibare, lê bajarên din jî nêzî êvarê îhtimala berfê heye.
Bi şev germahiya hewayê li Îdirê 4, li Erzincanê 2, li Erziromê sifir, li Bedlîsê di bin sifirê de 3, li Hekariyê 4, li Mûş û Erdexanê 2, li Wan, Qers û Agiriyê pîleyek hat pîvandin.
Germahiya herî zêde jî li Îdirê 12, li Ezieganê 6, li Wanê 5, li Mûşê 4, li Erzirom, Qers, Agirî û Hekariyê 3, li Bedlîsê pîleyek û li Erdexanê jî di bin sifirê de 2 pîle tê texmînkirin.
- Li Bedlîsê 120 santîmêtro berf heye
Li Bedlîsê li navneda bajêr qalindiya berfê 120 santîmêtro hat pîvandin.
Qalindiya berfê li Erdexanê 18, li Qers û Agiriyê 17, li Mûşê 10, li Erziromê 4, li Wanê 2, li Navneda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 33, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê 32, li Navneda Xweşiqantinê ya Cibiltepeyê 45 û li çiyayê Kopê 18 santîmêtro hat pîvandin.
- Germahî 10-15 pîle kêm dibe
Herêm wê roja pêncşemê bikeve bin tesîra hilmegura bilind a Sibiryayê û wê germahî 10-15 pîle kêm bibe.
Rayderên meteorolojiyê hişyarî dan welatiyan ku haydar bin.