Li Tunceliyê ji ber berf û bagerê rêya 300 gundan hat girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet yê Bajarê Tunceliyê Nazîf Yildirim ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rêya 300 gundan ji ber berfê hatiye girtin û wiha axivî: "Ji bo rê bên vekirin 8 tîmên me yên ku berfê paqij dikin bi 100 xebatkaran ve dixebitin."
Di vê navberê de rêya Tuncelî û Ovacikê û rêya Tuncelî û Nazimiyeyê jî ji ber berfê hatin girtin. Tîm ji bo rêyan vekin dixebitin.