Şahin Seçen
07 Hezîran 2024•Rojanekirin: 15 Hezîran 2024
Li Heskîfa navçeya Batmanê cotkaran dest bi çinîna sîrên mehîna yên tescîldar kir.
Li gundê Kayikliya li ser navçeyê çalakî hat lidarixistin. Di çalakiyê da Qaymeqamê Heskîfê Mehmet Alî Îmrak, Rêveberê Çandinî û Daristanan ê navçeyê Muharrem Aksoy, Fermandarê Cendirmeyê yê Navçeyê Ustegmen Mehmet Mustafa Guven û welatî amade bûn.
Qaymeqam Îmrak bi axaftina xwe ya di çalakiyê da bal kişand ser giringiya sîra mehîna û kalîteya wê û destnîşan kir ku ewê ji bo gelek cotkaran bibe deriyê debarê.
Îmrak spasiya hemî aliyan kir ku keda wan di çandin û çinîna sîran da heye û anî ziman ku ew amade ne hemî cure piştevaniyê bidin cotkaran.