Sayim Harmancı,Mehmet Dayan
07 Hezîran 2024•Rojanekirin: 23 Hezîran 2024
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê ku li ser sînorê Iraqê ye welatî gava rizdanînê diçin alî hev.
Ji ber ax û hewaya wê li navçeyê ji xeynî riz, hêjîr, hinar, xurmeya Trabzonê û kuncî jî çêdibin.
Li navçeyê heyama rizdanînê dest pê kir û welatî rojê diçin alî malbatekê.
Ji cotkaran Îdrîs Sevî destnîşan kir ku li navçeyê di nava meha Gulanê da rizdanîn dest pê dike.
Îdrîs Sevî diyar kir rizdanîn karekî zor û zehmet e û got ku loma jî em diçin alî û hev bi hev ra dixebitin û wiha dewam kir, "Em çalên mînanî hewzên avê vedidin. Tijî av dikin. Piştî ava di hewz û mişarên avê da parî germ dibe em tovê xwe direşînin."
Alî Seven jî destnîşan kir em bi rêbazên bav û kalan riz datînin û wiha axivî, "Em car heye 10-15 kes diçin nava zeviyê. Karekî zor e."