Piştî xebateke 8 saetan, Dîlara Bîlîr a 18 salî ji binê kavilê avahiyê ku li Gebzeya navçeya Kocaeliyê hilweşiya, sax hat derxistin.
Cem Ali Kuş,Kadir Yıldız
29 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2025
Kocaeli
Li Gebzeya navçeya Kocaeliyê di avahiya 7 qatî ya tep bû da xebatên lêgerîn û xilaskirinê tên kirin.
Li Taxa Mevlanayê li ser Kolana Issikgolê avahiya 7 qatî ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, hat xwarê.
Li ser îxbarê ekîbên polês, îtfaiye, tenduristî û AFADê bo herêmê hatin sewqkirin.
Li herêmê xebata ekîban berdewam e.
Di daxuyaniya Walîtiya Kocaeliyê da hat diyarkirin ku ji bo avahiya li Gebzeyê tep bû, ekîb hatin şandin û ekîban dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin û ji bo welatiyan jî hêviya silametiyê hat xwestin.
Şaredarê Gebzeyê Zînnûr Buyukgoz li ser weşana zindî ya têlevîzyonê agahî da û diyar kir ku ekîbên Lêgerîn û Xilaskirina Şaredariya Gebzeyê û yên AFADê di avahiya tepbûyî da dest bi xebata lêgerîn û xilaskirinê kirin û wiha got, "Li gorî qeydên TUÎKê di avahiyê da 2 malbat dijîn. Bi tevahî 7 nifûs dijîn lê ew yek baş zelal nebû ka di hundir da 7 kes yan kêmtir kes dijîn? Di saetên pêş me da înşelah em ê bigihîjin agahiyên zelaltir."
Buyukgoz bal kişand ku sedema hilweşîna avahiyê hê diyar nîne û li qadê hemû ekîb bi alîkariya makîneyên kar dixebitin.
- Li Kocaeliyê ji bin kavilê avahiya hilweşiya termê zarokekî hat derxistin
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Aktaş ragihand ku li Kocaeliyê ji bin kavilê avahiya hilweşiya, termê zarokekî hat derxistin.
Aktaş li navçeya Gebzeyê li cihê ku avahiya 7 qatî hilweşiya, teseliya xebatan kir, ji peywirdaran agahî sitand û daxuyanî da rojnamegeran ku avahî serê sibehê derdora saet 07.30î hilweşiya, di qata 2yem a avahiyê da malbateke 5 kesî dijî û daîreyên din jî vala ne.
Aktaş bal kişand ku piştî îxbarê, ekîban bi lez û bez dest bi midaxeleyê kir û wiha got, "Niha 480 jê ekîba lêgerîn xilaskirinê bi tevahî bi 627 kesan va midaxeleya me didome. Mixabin ekîban termek derxist. Termê zarokekî kurîn e, serê me sax be. Hêvî û diayên me ew e ku ferdên mayîn yên malbatê bi saxî bên derxistin."
- Der barê hilweşîna avahiya 7 qatî ya li Kocaeliyê da lêpirsîn dan destpêkirin
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ragihand ku der barê hilweşîna avahiya ku li Gebzeya navçeya Kocaeliyê da Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê lêpirsîn da destpêkirin û ji bo ku bûyer ji hemû aliyan va bê ronîkirin heyeta pispor hat peywirdarkirin.
Tunç ji ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyaniyek da û ev gotin:
"Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê der barê hilweşîna avahiya li Kocaeliya navçeya Gebzeyê da destpêkirin piralî dewam dike. Xwedê rehma xwe li du ewladên me yên ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da jiyana xwe ji dest da bike û ez ji bo ewladê me yê ku bi birîndarî hat xilaskirin şifayê dixwazim. Hêvî dikim ku dayik ê bavê di bin enqazê da sax bên xilaskirin."
Tunç destnîşan kir ku dewlet ji kêliya ewil a bûyerê da bi cehd û fedakariyeke mezin xebatên xwe didomîne û ev hatin gotin:
"Ji bo ku bûyer ji hemû aliyan va bê ronîkirin ji hêla Serdozgeriya Komarê va heyeteke pispor ya ji endezyarên înşeatê, endezyarê jeofîzîkê û mîmarê pêk tê, hat peywirdarkirin. Piştî ku xebatên xilaskirinê bi dawî nin heyeta pispor demildest dê dest bi xebatên xwe bike. Daneyên ku dê di çarçoveya lêpirsînê da bên bidestxistin û di çarçoveya lêkolînên pisporan da ji bo tesbîtkirina sedema bûyerê û berpirsyaran pêvajoya edlî dê bi hesasî bê birêvabirin."