Fatih Gazioğlu
22 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2018
KONYA
Li Ilgaza navçeya Qonyayê mîha rêncberekî za û di carekê da 5 berx anîn.
Îsa Uyanirê (27) li taxa Avdanê dijî xwedî 500 mîhên avis e û mîheke wî za û 5 berx anîn, berxek mê ye û 4 berx nêr in.
Uyanir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew û bavê wî bi hev ra pêz xwedî dikin. Uyanir got ku cara ewil e ew dibîne ku mîhekê 5 berx bi berekî anîne û wiha axivî:
"Em ev demek bû ji bo hilberîneke biqalîte hê baldartir dixebitîn. Ji bo cisnê baş me beranên bisertîfîka jî kirîn. Em her sal beranên xwe diguherînin. Me îsal feydaya van xebaten dît. Gelek mîhên me îsal cêwî zan."
Uyanir got ku îsal gelekî bi ber û bereket derbas bû û rewşa 5 berxan jî baş e.