Nihat Kavşut
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bedlîsê şivan pezê xwe ji bona biçêrînin dibin bintara Çiyayê Nemrûdê û piştî çêrandinê jî êvarê vedigerin, ji ber dagêra pêz ya di nav toz û xubarê da dîmenên balkêş derdikevin meydanê.
Li gundê Kiyiduzuyê şivan keriyên pêz ji bona biçêrinin dibin bintara Çiyayê Nemrûdê.
Pezê heta êvarê tê çêrandin çaxa roj diçe ava ji bona bidoşin tînin gund.
Piştî dotinê şivan pêz cardin dibin bintara Çiyayê Nemrûdê.
Berêvarê dema şivan pezê xwe bi rê dixin dîmên balkêş derdikevin holê.
Dîmênên balkêş yên keriyên pêz bi droneyê hatin kişandin.