Beşir Şavur,Halil İbrahim Sincar
22 Tebax 2025•Rojanekirin: 26 Tebax 2025
Li Artukluya navçeya Mêrdînê yek 60 ya din 65 salî, 2 xwîşk li malê bi mirîtî hatin dîtin.
Leyla û xwîşka wê Muatter (65) ku li taxa Tekerê li texma Xaniyên Komik ên ser Yeniyolê dijiyan, piştî ku deng û behs ji wan nehat xizmên wan xeber da Navenda Banga Acil a 112ê.
Li ser îxbarê ekîbên Tendirustiya Acil a 112ê, îtfaiye û polîs hatin cihê bûyerê.
Ekîban derî vekir û li cenazeyê herdu xwîşkan rast hatin.
Li gorî tesbîta berahî ya ekîban, hat nirxandin ku yek ji wan xwîşkan beriya nêzîka 10 rojan canê xwe ji dest dabe.
Venehirîna ekîbên lêkolîna cihê bûyerê û dozger li cihê bûyerê qediya.
Piştî venehirînê termên herdu xwîşkan pêşî birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û paşê bi mebesta otopsiyê şandin Saziya Bijîşkiya Edlî ya Diyarbekirê.