13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
MARDÎN
Li gund û navçeyên Mêrdînê piştî ku berhevkirina tiriyan qediya, çêkirina dims û bastîqan dest pê kir.
Ji çaxên berê ve li herêmê dema payîz tê tirî tên berhevkirin û bi van tiriyan ve dims, bastîq, komeyên biguz tên çêkirin.
Welatî tiriyan di sitîlên mezin de dikelînin û paşê bi vê şirêzê ve dims û bastîqan çêdikin.
Gulçîn Yardimciya 56 salî behsa çêkirina dims û bastîqan kir û wiha got: "Em tiriyan berhev dikin, li zeviyê şîrêza wê derdixin û paşê dibin malê dikelînin. Em ji vê dims, bastîq, komeyên biguz çêdikin. Dims xwarineke pir xweş e.
Gazi Ertaş, Kemal Tîtîz (60) û Fatma Tîtîz (58) jî gotin ku wan ji mezinên xwe çêkirina dims û bastîqan dîtiye û ew ê jî vê çandê hînê zarokên xwe bikin.