25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Li ser rêya Qiziltepe û Wêranşarê, endamên rêxistina terorê PKKê teqemeniyeke ku bi destan hatiye çêkirin teqandin, 3 polês şehîd ketin.
Li gor agahiyan li taxa Denktaşê ya li nêzîkî rêya Qiziltepe û Wêranşarê endamên rêxistina terorê PKKê dema wesayîta polêsan a bizirx ji wir derbas dibû, teqemeniyeke ku bi destan hatiye çêkirin teqandin.
Di teqînê de 3 polês şehîd ketin.
Ji bo ku terorîst bên girtin operasyon dewam dikin.