Önder Beyter
20 Gulan 2019•Rojanekirin: 24 Gulan 2019
Serokê Jûra Ziraetê ya Mûşê Hakim Yildirim îdia kir ku li bajêr ji ber ku germahî dereng hat û gelek baran barî, 15 hezar cotkar mexdûr bûn.
Yildirim di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber sedemên nerênî cotkaran zeviyên xwe mehekî dereng ajotin û lewma jî li gorî sala çûyî silq 30 roj, garis û berhemên din jî 25 roj dereng hatin reşandin.
Yildirim destnîşan kir, ji ber ku beref dereng ji erdê rabû û gelek baran barî, cotkar neçûn serê zeviyên xwe û wiha dewam kir:
"Ji ber van sedemên nerênî cotkarên me hem di warê bîterkirina alif ji bo heywanan û hem jî di warê ajotina zeviyan da gelekî zehmetî kişandin û bi derengî ketin. Li parêzgeha me digel ku nîvê meha gulanê derbas bû, lêbelê hê jî 15 hezar cotkar ajotin û reşadina zeviyan didomînin. Bi taybetî jî di danîna silqan da pirsgirêk derket."
Xelkê gundê Kiyik ê li ser navendê Mehmet Gergin jî diyar kir ku wan zeviyên xwe dereng danîn û lewma jî ew di ber û berhemdariya zeviyan da fikara wan heye û wiha got, "Digel meha remezanê, em hewil didin û dixebitin da ku danîna zeviyan temam bibe."
Gergin got ku par vê demê kilêbkirina yekemîn a silqan xilas bûbû, lêbelê îsal wan hê jî danîn temam nekiriye.