Anadolu Agencyê (AA) di çarçoveya "Panela Jinên Ji Ber Şer Mexdûr Bûn" de, pêşangeha wêneyan a bi navê "Li Ser Jinên Koçber" vekir.
Panel ji aliyê Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) ve hat li darxistin û malovaniya panelê jî Şaredariya Mezin a Gazîantebê kir.
Xanima Serokwezîr Ahmet Davutoglu Sare Davutoglu, Qîza Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Sumeyye Erdogan, Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk, Şaredara Gazîantepê Fatma Şahîn û mêvanên din beşdarî vekirina pêşangehê ya li Otêla Dîvanê hat vekirin bûn.
Pêşangeh ji 40 wêneyan pêk tê û bi wêneyan rewşa dilsoj a jinên mexdûr ên şer tê nîşandan. Pêşangeh dê sibê heta êvarê vekirî be.