Abdullah Tel
21 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2018
MUŞ
Welatiyên li gundekî navçeya Vartoyê ku qirş û qalên ji bo zivistanê pê tenûr û sobeyan da bikin, berhev kiribûn bi hatina berfê va bi xizanga ji nav daristanê tînin gund.
Li gundê Kayadelen a ser navçeyê welatî di mehên havînê da bo zivistanê amadehiyan dikin. Ew di rojên germ da li nav daristanê qirş û qalan kom dikin û piştî ku berf ket erdê jî bi xizangên diavêjin pişt hespan va diçin ser lodê û têra mala xwe qirş û qalan tînin.

Ji gundiyan Abdulhakîm Aktar got ku qirş û qalên wan kom kiriye bi qasî 2 kîlometre ji gundê wan dûr e û piştî rêwîtiyeke bi zor û zehmet ew xwe digihînin gund.
Aktar destnîşan kir ku ji bo anîna qirş û qalan ew li benda barîna berfê disekinin û wiha pê da çû: "Em wan êzing, qirş û qalan datînin ser xizangê û wê jî ji pa ra va bi hespan ra girêdidin û tînin nav gund. Dema berf li erdê be hesp bi hêsantir xizangê dikşîne."