04 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê ava sûsê ya ku herî zêde di mehên havînê da tê vexwarin ji bo di rojiya meha remezanê da li ser sifreyên fitarê cih bigire tê amadekirin.
Tê gotin ku ava sûsê dermanê gelek nexweşiyan e û welatiyên li herêmê di mehên germ ên havînê da herî zêde ji bo tîna xwe bişkênin vedixwin.
Kesên ku ava sûsê difiroşin jî beriya rojiyê hemû amadehiyên xwe kirin û hazir in. Ev çend sal e ku rojî rastî mehên havînê tê û ji ber vê jî nêzî fetarê ava sûsê gelek tê firotin.
Nacî Okkaşê (64) 50 sal e bi vî karî ra eleqedar e got ku bi taybetî di mehên havînê yên rojî lê rast tê da herî zêde ava sûsê difiroşin.