13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
MUŞ
Li Mûşê kesên ku pezê wan hene, piştî ku hewa germ bû dest bi pezbirê kirin da ku heywan rihet bin û zûtir givrik bin.
Ji xelkê gundê Saridala 45 kîlomêtro dûrî navenda bajêr ên ku pez xwedî dikin, diyar kirin seba ku heywanên wan sivik û sûdmendtir bin, wan dest bi birrîna wan kir.
Muxtarê Saridalê Saît Akici di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku hersal çawa ku dinya germ dibe, ew pezê xwe dibirrin.
Akici di axaftina xwe da bal kişand ku pezbir, seba heywên gelekî feydeyên xwe hene û wiha axivî:
"Pezê ku tê birrîn, şîrê wan zêde dibe û goşt digirin. 200 pezê min heye. Ez tevî 4 zaroyên xwe pez dibirrim. Em rojane biqasî 4 saetî pez dibirrin. Piştî ku hewa germ bû, em mecbûr in pez bibirrin û wan ji hiriya li ser pişta wan rizgar bikin. Ji ber ku ev zêdayî dibe ku berê kêm bike û bibe sedema problemên tenduristiyê. Ji xeynî vê hê jî em bi hevrîngên bav û kalan bêyî ku zirarê bidin wan, pez dibirrin."
Fatih Akiciyê 14 salî yê ku cara ewil pez dibirre, diyar kir ku pezbirî gelekî zehmet e, lê biqasî zehmeta xwe jî karekî bizewq e û wiha dewam kir, "Kekên min rojê 25 û 30 pezî dibir3in, lê ez rojê ancax 10 pezî dikarim bibirrim."